Tîrmeh 06, 2020 22:35 Asia/Tehran
  • Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ya Herêmê: Em û Wezareta Berevaniya Iraqê gihîştin rêkeftinê

Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, ew û Wezareta Berevaniya Iraqê li ser çend mijaran gihîştin rêkeftinê.

Berpirsê xebatên medyayî û hişyariyê li Wezareta Pêşmerge, Babekir Feqê Ehmed got, hefteya borî şanda Wezareta Pêşmerge li Bexdayê bi berpirsên Wezareta Berevaniya Iraqê re hevdîtin kir.

Babekir Feqê Ehmed her wiha got, di wê hevdîtinê de em û aliyê Iraqî li ser çend mijaran gihîştin rêkeftinê.

Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge da zanîn, hîn rêkeftin nehatiye îmzekirin ji ber wê jî dê şandeka Iraqî bo îmzekirina rêkeftinê hefteya bê serdana Hewlêrê bike.

Bi gotina wî berpirsê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, her du alî li ser 8 xalan li hev kirine; hemahengiya îstixbaratî, bûdceya Pêşmerge, rêvebirina deverên Kurdistanî, şerê DAIŞê, danîna pilanên ewlehiyê û hemahengiya serbazî.