Tebax 11, 2019 14:14 Asia/Tehran
  • Pêşveçûna artêşa Sûriyê li başûra Idlib û azadkirina devereke din

Hêzên Artêşa Sûriyê şeva borî karîn di encama şer û pevçûneke giran navbera wê û terorîstên Bereya El-Nusre de ev koma terorîstbaşûrî bi giranê têkdan û devera stratejîk a El-Hubeyt li derdora başûrî ya Idlibê azad kirin.

Li gor IRNA, Hêzên Artêşa Sûriyê şeva borî di encama şer û pevçûneke giran li dijî terorîstên Bereya El-Nusre de zêde ji 60 terorîstên vê komê kuştin.

Berî vê yekê jî artêşa Sûriyê di encama operasiyonekê de bajarokê Cîsat li başûrê Hubeytê azad kiribûn.

Parêzgeha Idlibê ciyê herî dawiyê ya pêgeha terorîstan di nav axa Sûriyê de ye.

Krîza Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa a komû grûpên tundrê, radîkal û terorîst ku welatên rojavatyê yên wekî Amerîka û Brîtanyayê û hevpeymanên wan ên ereb û navçê ji wan Erebistan, Qeter û Tirkiyê ji wan piştgirî dikirin, despê bû û artêşa Sûriyê bi alîkariya şêwirkarên leşkerî yên Îran û artêşa Rûsyaytê karîn piştî çend salan terorîstan têk bidin û piraniya axa Sûriyê ku komên hanê ew dagîrkiribûn azad bikin.