-
Xwenîşandana xelkê Iraqê bona mehkûmkirina êrişa Amerîka ser Sûriyê
Nîsan 16, 2018 02:45Hezaran kes ji xelkê Iraqê bi pişkdariya li xwenîşandana berfireh li Bexda û bajarên dine vî welatî êrişa eskerî ya Amerîka, Brîtaniya û Fransayê ser Sûriyê mehkûm kirin.
-
Teqîna li Kerkûkê û kuştina kesekê
Nîsan 16, 2018 06:50Ji ber teqîna erebeyekê li navendekî hilbijartinê li parêzgeha Kerkûkê li bakûra Iraqê kesek hate kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
-
Tivdîrên pêdivî yên beşdariya awareyên iraqî li hilbijartinên parlemanî hatine kirin
Nîsan 15, 2018 15:12Serokê komsîyona bilind a hilbaijrtinan li Herêma Kurdistana Iraqê li bara amadekariyên pêdivî ji bo beşdariya awareyên iraqî li hilbaijrtinên parlemanî yên Iraqê li Herêma Kurdistanê agahî da.
-
Ebadî: Em lê digerin çek tinê di destê dewletê de hebin
Nîsan 15, 2018 14:46Serokwezîrê Iraqê ragihand ku bi merema pêkanîna aştîyê li welêt, hewil dide çek tinê di destê dewletê de be.
-
Heyder Ebadî: Em dê ji bo jinavbirina DAIŞ`ê li rojhilata Sûriyê bikevin dewrê
Nîsan 15, 2018 11:55Serokwezîrê Iraqê got: Bexda bi hevkariya dewleta Şamê operasyonek li dijî endamên mayî yên DAIŞ`ê li rojhilata Sûriyê dê cih bîne.
-
Bexda: Êrişa ser Sûriyê gefek dijî ewlehiya navçê ye
Nîsan 14, 2018 11:27Dewleta Iraqê bal kişand ser vê yekê ku êrişa leşkerî ya ser Sûriyê dikare gefek dijî ewlehiya navçê be û xwest ku serokên ereb civîneka awarte bona hilkolandina berûlayên vê êrişê pêk bînin.
-
Êrişa muhtemel a ser Sûrîyê dê bibe sedema karesatê
Nîsan 13, 2018 12:13Wezîrê karên derve yê Iraqê got ku êrişa muhtemel a ser Sûrîyê dê bibe sedema karesatê û ragihand, ev kiryara dê ji bo hemî welatên navçê bitehluke bibe.
-
Li Selahaddîna Iraqê DAIŞ êriş kir: 10 kesan can dan
Nîsan 13, 2018 07:49Li bajarê Selahaddîn yê îraqê di nav goristanekê de koma terorîst a DAIŞê êrişa bombeyî kir, di encama êrişê de 10 kes hatin kuştin 14 kes jî birîndar bûn.
-
Ebadî: Mafê PKK`ê yê rakirina çekê li Iraqê tune
Nîsan 12, 2018 13:10Serokwezîrê Iraqê got: Ev nêzikî 30 salan e ku PKK`ê li nav axa Iraqê ye. Heke ewna penaber bûne, tu kêşeya me bi wan ra tune, lê dê îzna wan tunebe ku li Iraqê çekê rakin.
-
Berteka Iraqê li hember gefa Trump a li dijî Sûriyê
Nîsan 12, 2018 05:23Berdevkê nivîsgeha serokwezîriya Iraqê wek berteka li hember êrişa muhtemel a Emerîkayê ser Sûriyê teqez kir ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo rawestana li ber her cure kiryara bi dijmiantî ya muhtemel li navçên sînorî yên vî welatî bi Sûriyê re , amade ne.