-
Iraqê êrişa terorîstî li Zelanda Nû şermezar kir
Adar 15, 2019 12:35Wezareta derve ya Iraqê êrişa terorîstî li Zelanda Nû şermezar kir û diyar kir ku vê kiryara terorîstî nîşan da ti welatek li cîhanê ji kiryarên terorîstî nafilite.
-
Ebdulmehdî: Bihêzkirina pêwendiyên bi cînaran re karê sereke yê dewleta Iraqê ye
Adar 15, 2019 15:44Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li hevpeyvîna xwe ya telefonî bi wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt re got: Dewleta Iraqê bihêzkirina pêwendiyên bi cînarên xwe re li çarçova pêşvebirina ewlekarî, îstiqrar û pêşketina welatên navçê dibîne û wê dike karê xwe yê sereke.
-
Ayetullah Sîstanî qedrê dostên Iraqê ji ber rola di têkbirina DAIŞ`ê de girt
Adar 13, 2019 16:41Merceyê pillebilind ê Şîeyên iraqê di hevdîtina digel Serokê Komara Islamî ya Îranê de qedrê dostên Iraqê ji ber rola di têkbirina DAIŞ`ê de girt.
-
Rûhanî li Necefê bi ayetullah Mihemed Seîd Hekîm ra hevdîtin pêk anî
Adar 13, 2019 16:03Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî berêvara Çarşemiyê li Necefa Eşref bi ayetullah Seyid Mihemed Seîd Hekîm ji merceyên teqlîdê yên Necefê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
-
Rûhanî û Ayetullah Necefî hevdîtin pêk anîn
Adar 13, 2019 15:14Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî û Ayetullah Beşîr Necefî yek ji merceyên Necefê hevdîtin û gotûbêj pêk anîn.
-
Rûhanî bi Ayetullah Feyyaz re li Necefê hevdîtin pêk anî
Adar 13, 2019 14:06Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî li Necefê bi ayetullah Mihemed Ishaq Feyyaz yek ji merceyên iraqî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
-
Rûhanî: Heşdi Şeibî cîgeheke gellekî girîng di istiqrar û xurtkirina hevgirtina netewî li Iraqê de heye
Adar 12, 2019 14:03Serokê Komara Islamî ya Îranê di hevdîtina digel Serokê Sazîya Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) li Bexdayê de got: Heşdi Şeibî cîgeheke gellekî girîng di istiqrar, çand û xurtkirina hevgirtina netewî li Iraqê de heye û dê hebe.
-
Pêgirîya Serokomarên Îran û Iraqê ser bikaranîna diravên netewî di danuistandinên ticarî de
Adar 11, 2019 14:23Serokê Komara Islamî ya Îranê û Serokomarê Iraqê pêgirî ser bikaranîna diravên netewî di danuistandinên ticarî yên dualî de kirin.
-
Iraqê dest bi lêkolîna têkildarî 14 DAIŞ`îyên firansî kir
Adar 11, 2019 13:59Civata Bilind a Dadwerîya Iraqê ragihand: Dadgeha devera Kerxê ya Bexdayê ku taybetî şopandina meseleyên têrorê ye, lêkolînên têkildarî 14 DAIŞ`îyên fransî anegorî qanûna têkoşîna dijî têrorîsmê ya Iraqê destpê kirîye.
-
Berhem Salih: Ewlehîya hevpar, hevkarîya zêdetir li herêmê jibo girtina pêşîya vegera têrorîsmê pêwîst dike
Adar 11, 2019 13:21Serokomarê Iraqê qedrê Îranê ji ber piştgirîya ji wî welatî di şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê de girt û pêgirî kir ku serketina li hemberî têrorîsmê hê nekemilîye û hewcedarê hevkarîya welatên navçê ye.