Iraqê dest bi lêkolîna têkildarî 14 DAIŞ`îyên firansî kir
Civata Bilind a Dadwerîya Iraqê ragihand: Dadgeha devera Kerxê ya Bexdayê ku taybetî şopandina meseleyên têrorê ye, lêkolînên têkildarî 14 DAIŞ`îyên fransî anegorî qanûna têkoşîna dijî têrorîsmê ya Iraqê destpê kirîye.
Civata Bilind a Dadwerîya Iraqê amajeyî vê yekê kir ku dewleta Iraqê ew 14 DAIŞ`îyên firansî ji dewleta Sûrîyê wergirtine, dîyar kir: Di nav wan DAIŞÎ`îyan de kevneleşkerekî fransî jî heye ku di sala 2009`ê de leşkerê Artêşa Fransayê li Efganistanê bûye.
Civata Bilind a Dadwerîya Iraqê herwiha got: Têrorîstên welatîyê Fransayê ku hinek esilereb in, mukur hatine ku perwerdeya leşkerî û şerî dema tevlî DAIŞ`ê li Sûrîyê bûne dîtine.
Berî vîya Serokomarê Iraqê Berhem Salih ragihandibû ku diqewime hikmê darvekirinê ji têrorîstên DAIŞ`î yên bîyanî re li vî welatî were kivşkirinê.