-
Iraq û Tirkîyê rêketinameya xurtkirina hevkarîyên leşkerî wajo kirin
May 17, 2019 04:58Iraq û Tirkîyê rêketinameya xurtkirina hevkarîyên leşkerî li Enqerê wajo kirin.
-
Geştên hewayî yên Iraqê ber bi Sûrîyê destpê dibin
May 17, 2019 05:38Berdevkê Geştên Esmanî yê Iraqê ragihand ku geştên hewayî yên ber bi Sûrîyê wê destpê bibin.
-
Hekîm û Amirî derheq dûhatên gêreyê li herêmê hişyarî dan
May 17, 2019 05:31Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê û Serokê Hevalbendîya Al Fathê derheq gurrbûna gêreyê li navçê û dûhatên giran ên wê hişyarî dan.
-
Rawestandina rahênana leşkerî ji hêla Alman û Holendê li Iraqê
May 16, 2019 03:58Wezareta Berevanîyê ya Almanyayê ragirtina fêrkirina hêzên Iraqî bi hegera gurrbûna gêreyê li navçê ragihand. Berdevkê Artêşa Almanyayê jî ragihand ku ev biryar binkeyên leşkerî yên Tacî û Hewlêrê jî digire ber xwe. Lê Sêkrêtêrê Gişt Wezareta Pêmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê dibêje ku ew biryara demkî ye.
-
Bexdayê bertek nîşanî kiryara amerîkîyan da, rewşa Iraqê aram û ewleh e
May 16, 2019 03:01Wezareta Karên Derve ya Iraqê wekî berteka himberî biryara Amerîkayê ya kêmkirina hejmara personelên Balyozxana wî welatî li Bexdayê ragihand: Rewşa Iraqê aram û ewleh e.
-
Bexdayê biryar daye ku sîstema mûşekî ya S-400`ê bikire
May 15, 2019 14:37Balyozê Iraqê li Moskovayê qala biryara Bexdayê jibo kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400 a Rûsiyê kir.
-
Asêbûna balefirên cengê yên Emerîkayê li Iraqê bi dû pêlên Elektromegnatîkî
May 15, 2019 13:15Pêlên bihêz ên Elektromegnatîk, balefirên cengê yên emerîkî yên çalak li warê çavdêrî û keşfê li Iraqê de asê kirin û karê wan dan rawestandinê.
-
Peyama Ayetullah Sîstanî bo rêberên Iraqê li derbarê nakokiya di navbera Waşengton-Têhranê de
May 15, 2019 12:51Medyayeke erebî îdia kir ku Ayetullah Sîstanî li peyemakê bo serokwezîr û rayedarên pilebilind ên iraqî daxwaza dûrhiştina vî welatî ji aloziya di navbera Emerîka û Îranê de kiriye.
-
Vekişandina beşeke zêde ya kedkarên balyzoxana Emerîkayê li Iraqê
May 15, 2019 12:03Rayeadrên Emerîkayê ferman dan ku beşeke zêde ji kedkarên balyozxana Emerîkayê li Bexdayê û konsûlxana vî welatî li Hewlêrê ku peywirdariya wan a ewqas giring tine, ji Iraqê derkevein.
-
Dîwana Ewqafa Ehlê Sune ya Iraqê siyasetên bidijminatî yên Emerîkayê li dijî Îranê rexne kirin
May 15, 2019 11:58Serokê Dîwana Ewqafa Ehlê Sune ya Iraqê siyasetên bidijminatî yên Emerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê rexne kirin.