Vekişandina beşeke zêde ya kedkarên balyzoxana Emerîkayê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304349-vekişandina_beşeke_zêde_ya_kedkarên_balyzoxana_emerîkayê_li_iraqê
Rayeadrên Emerîkayê ferman dan ku beşeke zêde ji kedkarên balyozxana Emerîkayê li Bexdayê û konsûlxana vî welatî li Hewlêrê ku peywirdariya wan a ewqas giring tine, ji Iraqê derkevein.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 15, 2019 12:03 Asia/Tehran
  • Vekişandina beşeke zêde ya kedkarên balyzoxana Emerîkayê li Iraqê

Rayeadrên Emerîkayê ferman dan ku beşeke zêde ji kedkarên balyozxana Emerîkayê li Bexdayê û konsûlxana vî welatî li Hewlêrê ku peywirdariya wan a ewqas giring tine, ji Iraqê derkevein.

Li gorî rapora Sputnik`ê, li daxûyaniya  balyoazxana  Emerîkayê li Bexdayê hatiye gotin ku  dayîna vîzeyê li balyozxana Emerîkayê li Bexdayê û konsûlxana vî welatî li Hewlêrê tê rawestandin.

Li vê daxûyaniyê hatiye destnîşankirin ku rayedarên Emerîkayê îmkanateka kêm bona raberkirina xizmetên awarte bo welatiyên xwe li Iraqê hene.

Associated Pressê diyar kiriye ku  ev biryara  ji ber nakokiya zêde di peywendiyên Emerîka û Îranê de hatiye dayîn.

Herftiya buhurî li Waşengtonê raghandin ku gefên cidî ji aliyê Îranê bo emerîkiyan û berjewendiyên  Emerîkayê li navçê tên dîtin.

Rewşa kendava Farsê piştî ku Têhranê raghand ku li bersiva derketina  Emerîkayê ji rêketina navokî dê dev ji cihanîna hin berpirsiyariyên xwe li hember vê hevhatinê  berde, aloztir bûye.

Emerîkayê komapaporê hilgirê balefiran a Abraham Lînkon, balefirên stratejîk û çek û sîlehnên din şandine navçê.

Peywendiyên Emerîka û Îranê piştî bidesthilatbûna  Donald Trump aloztir bûne. Serokkomarê Emerîkayê Îranê bi lihevxistina aramiya li navçê û pştgiriya j terorîzma  cîhanî tawanbar dikin.  Rayedarên Îranê di bersivê de tevî redkirina van tawanan soz dane ku li hember zext û zora Waşengton teslîm nebin û şopandina  bîr û hizrên xwe yên siyasî bidomînin.