-
Hejmara ziyaretkirên Erbeînê 24 milyon kes derbas kir
Îlon 18, 2022 11:13Çavkaniyên Iraqî ragihandin ku hejmara heciyên îsal (1444 hicrî-qemerî) di dema Erbeîna Huseynî ya Kerbelayê de zêdetirî 24 milyon kes e.
-
Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê: Armanca Amerîkayê ya parastina Kampa Holê, pêkanîna nearamiyê li Rojhilata Navînê ye
Îlon 17, 2022 11:12Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê got: Kampa Holê ya Sûriyê planek e ku navendên istixbaratî yên derveyî ji wan Koşka Sipî rêveberiya wê dikin da ku rewşa nearamiyê li Rojhilata Navînê were domandin.
-
20 milyon ziyaretkar beşdarî ٍErbeîna Îmam Husên (e.s) bûn
Îlon 16, 2022 05:56Îsal 20 milyon ziyaretkar beşdarî meşa Erbeîna (Çileya) Îmam Husên (e.s) bûn, ku di nav wan de pênc milyon biyanî hene.
-
3 kes ji ber teqîna bombeyê li bakûrê Bexdaya Iraqê birîndar bûn
Îlon 15, 2022 07:00Ji ber teqîna bombeyekê li bakûrê Bexdaya paytexta Iraqê 3 kes birîndar bûn.
-
Wezaret an jî Rêveberiya parêzgehê; Kîjan berpirsa rakirina zimanê kurdî ji belgeyên tendirustiyê li Kerkûkê ye
Îlon 14, 2022 06:35Li parêzgeha Kerkûkê ya Iraqê biryara rakirina zimanê Kurdî li ser lîsans û ruxsetên ku ji bo xebitandina saziyên tendirûstiyê hatine derxistin bû sedema bertekan. Rêveberiya Giştî ya Tendirûstiya Parêzgeha Kerkûkê amaje bi wê yekê kir ku biryar ji aliyê Wezareta Tendirustiya Iraqê ve hatiye dayîn. Lê Wezaretê diyar kir ku ev biryar li ser daxwaza Midûriyeta Parêzgehê hatiye girtin.
-
Çarçoweya Hemahengiya Şiyî ya Iraqê pêşwaziya lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir
Îlon 13, 2022 09:22Di beyanameyekê de, Çarçoweya Hemahengiya Şîeyên Iraqê, pesna Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Iraqê û Hevpeymaniya Hakemiyet da, ku pêşwaziya lidarxistina hilbijartinên pêşwext piştî pêkanîna şert û mercên qanûnî yên pêwîst, dikin.
-
Dewama aloziya siyasî li Iraqê piştî ku daxwazên ji bo hilweşandina parlimanê nehatin pejirandin
Îlon 12, 2022 12:32Hevdem digel hewildanên dewleta Iraqê ji bo lihevcivandina hemû aliyên siyasî yên vî welatî ji bo gotûbêjê, hêzên navçeyî û civata navneteweyî jî tekeziyê li ser dewama gotûbêjên neteweyî ji bo bidestxistina lihevkirinê li vî welatî dikin.
-
Meş'an Cebûrî: Barzanî û Helbûsî li ser damezirandina dewleta Iraqê ya nû bi serokatiya Kazimî li hev kir
Îlon 12, 2022 05:41Meş'an Cebûrî, Nûnerê wêdadayî yê Parlimana Iraqê di twîtekê da wek berteka li hemberî lihevkirina Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Hevpeymaniya Hakimiyetê li ser damezirandina dewleta Iraqê ya nû, got: Ev lihevkirin tê wateya derketina wan ji Hevpeymaniya Rizgariya Welêt ew her du ku tevî Sedir, endamê wê ne.
-
Êrîşa bi mûşekan bo ser baregeha leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê
Îlon 11, 2022 16:50Çavkaniyên medyayî yên Iraqê ragihandin ku êrişeke nû ya mûşekî li dijî yek ji baregehên Tirkiyê li bakurê Iraqê hatiye kirin.
-
Wezîrê navxwe yê Iraqê tekezî li ser pêkanêna rewşeke ewle ji bo ziyaretkerên Erbeîna Huseynî kir
Îlon 11, 2022 13:05Wezîrê navxwe yê Iraqê tekîd li ser rijdbûna hikûmeta Iraqê ji bo dabînkirina rewşeke aram û guncaw ji bo hemû ziyaretkerên Erbeîna Huseynî kir.