Sê cihên terorîstên bin şopandinê yên daişî li Enbarê hatin jinavbirin
Çirî 21, 2026 19:44 Asia/Tehran
Heşda Şeibîyê qala serkeftina van hêzên gelanî yên Iraqê di jinavbirina sê cihên terorîstên bin şopandinê yên daişî li Enbarê kir.
Çavkaniyên ewlehîyê li parêzgeha Enbarê ragihandin ku yekîneyeke ewlehîyê ya Heşda Şeibîyê dest bi operasyona lêgerrîna cihên veşartî yên terorîstên daişî li navçeyên çolistana şaristana Raweyê li rojavayê bajarê Er-Remadîyê kir ku di pêvajoya wê da karî sê cihên veşartî yên bin erdê ji nav bibe. Yek ji veşartgehên daişî bi madeyên teqemenî dagirtî bû ku hêzên yekîneya endazyarî ya Heşda Şeibîyê ji dûr va ew teqandin.