Şêx Kazim El-Fertûsî: Doktrîna berxwedanê bû sedema derketina Amerîkayê ji Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i360882-Şêx_kazim_el_fertûsî_doktrîna_berxwedanê_bû_sedema_derketina_amerîkayê_ji_iraqê
Berdevkê koma berxwedana “Tabûrên Seyîd uş-Şuheda ya Iraqê” derketina hêzên amerîkayî ji vî welatî wek destkevtekê bo Iraqê zanî û got ku hebûna leşkerî ya Amerîkayê, hêzên berxwedanê tûşî rûbirûbûna berdewam bi leşkerên amerîkayî ra kiribûn.
(last modified 2026-10-14T16:45:57+00:00 )
Çirî 14, 2026 20:15 Asia/Tehran
  • Şêx Kazim El-Fertûsî: Doktrîna berxwedanê bû sedema derketina Amerîkayê ji Iraqê

Berdevkê koma berxwedana “Tabûrên Seyîd uş-Şuheda ya Iraqê” derketina hêzên amerîkayî ji vî welatî wek destkevtekê bo Iraqê zanî û got ku hebûna leşkerî ya Amerîkayê, hêzên berxwedanê tûşî rûbirûbûna berdewam bi leşkerên amerîkayî ra kiribûn.

 

Şêx Kazim El-Fertûsî tevî amajeya bi lihevkirinên derbarê derketina hêzên amerîkayî û rêkxistina çekên komên berxwedanê tekez kir, radestkirina çekan girêdayî bi pêkhatina serwerîya tam a Iraqê û pêşîlêgirtina binpêkirina wê, ji wan di qada asimanî, bejayî û deryayî da ye. El-Fertûsî herwiha tekez kir ku rawestandina operasyonên berxwedanê, di çarçoveya lihevkirinan da û bi şertê pêbendbûna beranber a aliyê hember e. Berdevkê Tabûrên Seyîd uş-Şuhedayê di dewamê da tevî amajeya bi alûgorên navçeyê got: “Îro em bi şerekî man û nemanê ra rûbirû ne, çi Yemen be, çi Libnan, çi Îran û çi Iraq.” Wî got, heke şerekî berfireh dest pê bike û Iraq bibe qada sereke ya pevçûnê, komên berxwedanê ji bo berevanîyê dê bikevin nav şêrr.