Nakokî li ser qanûna Heşd Şe'bîyê; ji dewra serokatiyê heta avakirina beşa xwefirran
Nakokî di navbera Çarçoveya Hevahengiyê û Serokwezîrê Iraqê da li ser pêşnivîsa qanûna Heşd Şe'bîyê didome; pêşnivîsek ku li gorî guhertinên nû, avakirina beşa xwefirran jî di pêkhateya vê hêzê da pêşbînî kiriye.
Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan ên iraqî, nakokî li ser pêşnivîsa qanûna Heşd Şe'bîyê hema wisa didome û ev pêşnivîs ku hîn jî di Civata Wezîran a Iraqê da ye, rastî guhertinên cûrbicûr bûye. Yek ji bendên nû yên pêşnivîsa qanûnê, avakirina beşa xwefirran di her yek ji komên Heşd Şe'bîyê da ye. Erka vê beşê, wergirtina xwefirrên ku komên çekdar dê radest bikin, hatiye ragihandin.
Herwiha nakokîyeke giran di navbera Çarçoveya Hevahengiyê û Elî Ez-Zêydî, Serokwezîrê Iraqê da derbarê desthilatên Serokwezîr di destnîşankirina dewra serokatiyê ya Saziya Heşd Şe'bîyê da heye. Komên sîyasî daxwaza destnîşankirina dewra pêncsalî bo serokê vê saziyê ligel îmkana dirêjkirina wê dikin, lê Zêydî dijî vê pêşniyazê bûye û daxwaza dewra dusalî bêyî îmkana dirêjkirina wê dike.