Parlimanterekî iraqî: Waşîngtonê ji bo sepandina mercên xwe, kemilandina kabînê rehîn girtîye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i360132-parlimanterekî_iraqî_waşîngtonê_ji_bo_sepandina_mercên_xwe_kemilandina_kabînê_rehîn_girtîye
Endamekî berê yê Parlimana Iraqê aşkira kir ku Amerîkayê bi sepandina zext u zorê ser hikûmeta Bexdayê, kemilandina kabîna nû bi qebûlkirina mercên Waşîngtonê va girêdaye; mercên ku tê gotin armanca wan jiçekirina Komên Berxwddêr li Iraqê ye.
(last modified 2026-09-05T14:16:42+00:00 )
Îlon 05, 2026 17:41 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî iraqî: Waşîngtonê ji bo sepandina mercên xwe, kemilandina kabînê rehîn girtîye

Endamekî berê yê Parlimana Iraqê aşkira kir ku Amerîkayê bi sepandina zext u zorê ser hikûmeta Bexdayê, kemilandina kabîna nû bi qebûlkirina mercên Waşîngtonê va girêdaye; mercên ku tê gotin armanca wan jiçekirina Komên Berxwddêr li Iraqê ye.

 

Resûl Razî endamê berê yê Parlimana Iraqê ji ber destwerdanên Amerîkayê di karên navxweyî yên Iraqê da rexne kir u got ku delweta Amerîkayê bi armanca istandina serpişkîyan, pêşîya kemilandina kabîna hikûmetê digire u heta dema ku mercên bi dilê Waşîngtonê pêk nyên, yê lampa kesk ji bo destnîşankirina wezîrên mayî nîşan nede. 

Vî parlimanterî amajeyî demakivşkirî ji bo derketina leşkerên amerîkî ji Iraqê kir u pêgirî kir: Delweta Iraqê li gorî rêkevtinameyê, 30yê Îlonê wek roja bidawîhatina mayîna hêzên amerîkî destnîşan kirîye. Komên Berxwedêr u alîyên sîyasî bi hûrî vê demajoyê dişopînin ta ku asta ciddîbûna di bicihanîna vê rêekvtinameyê da bibînin; ji ber ku ev dema yê xaleke werçerxanê ji bo destpêkirina qonaxeke nû be. 

Resûl Razî di dawîyê da got: Zordayîna Amerîkayê ji bo pêkanîna kabînê, bi merema lawazkirina şîyana leşkerî ya Bereya Berxwedanê ye û Waşîngton hewil dide vê emrazê ji bo neçarkirina hikûmetê ji bo jiçekirina Komên Berxwedêr li Iraqê bi kar bîne, di halekî da ku Komên Berxwedêr hişyar u baldar in.