Siyasetvanên iraqî derbarê destwerdana Amerîkayê de hişyarî dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i358348-siyasetvanên_iraqî_derbarê_destwerdana_amerîkayê_de_hişyarî_dan
Hinek siyasetmedarên iraqî bal kişandin ser berdewambûna destwerdanên Amerîkayê di meselên navxweyî yên welatê xwe de ji wan raberkirina planekê jibo wêdebirina Heşda Şeibîyê û li ser wê hişyarî dan.
(last modified 2026-02-14T13:07:10+00:00 )
Sibat 14, 2026 13:38 Asia/Tehran

Hinek siyasetmedarên iraqî bal kişandin ser berdewambûna destwerdanên Amerîkayê di meselên navxweyî yên welatê xwe de ji wan raberkirina planekê jibo wêdebirina Heşda Şeibîyê û li ser wê hişyarî dan.

Muhemed Zarî Dulêymî rêberekî Hevpeymaniya Ezm`ê li ser encamên plana amerîkiyan ya hilweşandin û wêdebirina Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê hişyarî da û tekez kir ku ev nêrîn dikare valahiya ewlehiyê çêbike. Dulêymî got: Destwerdana Amerîkayê di pejirandina yasayên Iraqê de rûreşî ye û nayê qebûlkirin.

Hedefgirtina saziyeke ewlehiyê ku hêzek bona rawestana li ber terorîzmê ye û nayê tamûlkirin, beşek e ji planekê ku jibo têkdana ewlehîya welêt tê hillxistin. 

Mihemed Mehdî rêberekî tirkmanên Iraqê jî hitmala teslîmbûna Iraqê li himber destwerdanên Amerîkayê û hewlên Trump jibo dasepandina viyana xwe red kir û got ku Waşîngton bi rêya destwerdana di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bi dû bidestxistian armancên curbicur e.

Wî got: Hewldanên Amerîkayê jibo istandina bacê ne mijarek nû ye û ne jî ya yekem a ji vî rengî ye. Ji aliyê din ve, Mihemed Zarî Fehdawî, endamê Hevpeymaniya Mutehid Enbarê derbarê plana Amerîkayê ji bo kontrolkirina çavkaniyên niftê yên Kerkukê de hişyarî da.

Wî got: Şandeyeke Kurd a Partiya Demokrat a Kurdistanê bi dizî ve li balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bi rayedarên payebilind re hevdîtin pêk anî. Di vê civînê de, planeke ji bo bicihkirina dubare ya  Hêzên Pêşmerge û Asayişê li Kerkukê  bi desthilateke  berfireh ji bo kontrolkirina  vê parêzgehê  ku di xizmeta berjewendiyên Amerîka û Tirkiyê li Iraqê de ye, hat nîqaşkirin.

Wî her wiha got: Armanca plana Amerîka-Tirkiyê pêkanîna atmosfereke ne-ewle li Kerkûkê, lawazkirina wê li himber destwerdanên biyanî, gurrkirina şerê di navbera ereb û kurdan da, birêxistina nakokiyê û têkbirina ewlehiyê ye.