Li Şingalê gorneke din a komkî a Kurdên Êzidî hat dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i357204-li_Şingalê_gorneke_din_a_komkî_a_kurdên_Êzidî_hat_dîtin
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî diyar kir ku li Şingalê gorneke din a komkî a Kurdên Êzîdî hat dîtin.
(last modified 2025-11-24T11:50:42+00:00 )
Tesrîn 24, 2025 17:04 Asia/Tehran
  • Li Şingalê gorneke din a komkî a Kurdên Êzidî hat dîtin

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî diyar kir ku li Şingalê gorneke din a komkî a Kurdên Êzîdî hat dîtin.

Hisên Qaidî ragihand ku li başûrê navçeya Şingalê gorneke din a komkî a Kurdên Êzidî hatiye dîtin lê heta niha ne diyar e çend term di wê gornê de hene.

Wî got: Derdora gornê hatiye têlkirin lê ne diyar e çend term tê de hene. Divê Birêvebiriya Kar û Barên Gornên komkî a Îraqê wê gornê veke û em jî li benda wan in.

heta niha 94 gornên komkî ên Kurdên Êzidî hatine dîtin ku 70 ji wan hatine vekirin.