Bidawîhatina xebata parlimana Iraqê; hikûmeta niha, hikûmeta pêşdebirina karûbaran e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i357103-bidawîhatina_xebata_parlimana_iraqê_hikûmeta_niha_hikûmeta_pêşdebirina_karûbaran_e
Dadgeha Federal a Iraqê, bal kişand ser bidawîhatina dewra parlimana vî welatî û ragihand ku hikûmeta niha heta dema avakirina hikûmeta nû wekî hikûmeteke pêşdebirina karûbaran dixebite.
(last modified 2025-11-17T10:57:50+00:00 )
Tesrîn 17, 2025 11:22 Asia/Tehran
  • Bidawîhatina xebata parlimana Iraqê; hikûmeta niha, hikûmeta pêşdebirina karûbaran e

Dadgeha Federal a Iraqê, bal kişand ser bidawîhatina dewra parlimana vî welatî û ragihand ku hikûmeta niha heta dema avakirina hikûmeta nû wekî hikûmeteke pêşdebirina karûbaran dixebite.

Dadgeha Federal a Iraqê îro ragihand ku xebata pêncemîn dewra parlimana vî welatî bi dawî bûye û hikûmeta Sûdanê jî heta avakirina hikûmeta nû dê wekî hikûmeteke pêşdebirina karûbaran xebatê bike. Di daxuyaniya Dadgeha Federal a Iraqê de hatiye ku serokomarê Iraqê jî heta bidawîhatina hilbijartinên ji bo parlimana nû ya Iraqê xebatan berdewam bike. Şeşemîn dewra hilbijartinên parlimana Iraqê roja sêşemiya borî, 11ê Mijdarê hat lidarxistin  û her çend encamên dawî hîn nehatine ragihandin lê rawêjkariyên komên serketî ji bo avakirina hikûmeta nû destpê kirine.