Iraq: Di roja dengdanê da hatin u çûyîn nayê qedexekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i356959-iraq_di_roja_dengdanê_da_hatin_u_çûyîn_nayê_qedexekirin
Berdevkê Wezareta Karên Hundur a Iraqê ragihand ku plana emnî ya taybet bi hilbijartinê di vê dewrê da berovajî ya dewrên buhurî yê nerm be û di vê çarçovê da roja dengdanê yê hatin u çûyîn neyê qedexekirin.
(last modified 2025-11-06T12:28:57+00:00 )
Tesrîn 06, 2025 14:13 Asia/Tehran
  • Iraq: Di roja dengdanê da hatin u çûyîn nayê qedexekirin

Berdevkê Wezareta Karên Hundur a Iraqê ragihand ku plana emnî ya taybet bi hilbijartinê di vê dewrê da berovajî ya dewrên buhurî yê nerm be û di vê çarçovê da roja dengdanê yê hatin u çûyîn neyê qedexekirin.

Ebbas Behadilî got: Wezareta Karên Hundur temî amadekarî ji bo bicihanîna plana emnî ya taybet bi hilbijartinê kirîye û ew plan di vê dewrê da nerm e u yê hatin u çûn di roja dengdanê da neyê qedexekirin. 

Behadilî herwiha got: Wezareta Karên Hundur a Iraqê bi hevkarî u hevgirtina tam a dige dezgehên din ên emnî û leşkerî yên welêt, yê ewlehîya hemî navend û bazineyên dengdan u sindoqên dengwergirtinê dabîn bike.