Plana dabînkirina ewlehîya hilbijartina Iraqê amade ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i356939-plana_dabînkirina_ewlehîya_hilbijartina_iraqê_amade_ye
Wezareta Berevanîyê ya Iraqê ragihand ku plana tam a dabînkirina ewlehîya hilbijartinan di qonaxên dawîyê da ye u bi çend operasyonên ceribandinê ji bo lidarxistina ewleh a hilbijartinê hatîye amadekirin.
(last modified 2025-11-05T11:50:37+00:00 )
Tesrîn 05, 2025 14:32 Asia/Tehran
  • Plana dabînkirina ewlehîya hilbijartina Iraqê amade ye

Wezareta Berevanîyê ya Iraqê ragihand ku plana tam a dabînkirina ewlehîya hilbijartinan di qonaxên dawîyê da ye u bi çend operasyonên ceribandinê ji bo lidarxistina ewleh a hilbijartinê hatîye amadekirin.

Wezareta Berevanîyê ya Iraqê amajeyî çend operasyonên ceribandinê ji bo dilnîyabûna derheq plana tam a emnî kir u pêgirî kir ku bi saya teknolojîyên pêşketî hevahengîyeke berfire bi dezgehên din ra ji bo dabînkirina ewlehîya demajoya hilbijartinê hatîye krin.

Generalê Duyem Tehsîn Xeffacî Rêvebirê Dayra Ragihandinê ya Wezareta Berevanîya Iraqê got: Rola vê wezaretxaneyê di dabînkirina ewlehîya demajoya hilbijartinê da ji çend mehan berî nika va dest pê bûye û vê wezaretxaneyê bi saya Lêjneya Bilind a Ewlehîyê di plana emnî ya taybet bi hilbijartinê da beşdarî kirîye.

Xeffacî herwiha got ku Wezareta Berevanîyê heta nika çend operasyonên ceribandian vê planê li dar xistîye.