Plana emnî ya taybet bi hilbijartinên parlimanê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i356894-plana_emnî_ya_taybet_bi_hilbijartinên_parlimanê_li_iraqê
Wezareta Karên Hundur a Iraqê ragihand ku planeke emnî ya taybet bi hilbijartina parlimanî ya pêşber u kemilandina tivdîrên taybet bi dabînkirina ewlehîya demajoya dengdanê bi cih tîne.
(last modified 2025-11-02T11:18:34+00:00 )
Tesrîn 02, 2025 14:48 Asia/Tehran
  • Plana emnî ya taybet bi hilbijartinên parlimanê li Iraqê

Wezareta Karên Hundur a Iraqê ragihand ku planeke emnî ya taybet bi hilbijartina parlimanî ya pêşber u kemilandina tivdîrên taybet bi dabînkirina ewlehîya demajoya dengdanê bi cih tîne.

Miqdad Mîrî Rêvebirê Dayra Peywendî û Ragihandinê ya Wezareta Karên Hundur a Iraqê ragihand ku hêzên vê dezgehê yê di dabînkirina ewlehîya 7 hezar u 47 navendên dengwergirtinê yên giştî u 598 navendên dengwergirtina taybet da pişikdar bin. Wî herwiah got ku di dewra dengwergirtinê da yê ti qedexeyeke hatin u çûyînê neyê ragihandin û biryardayîna di vî warî da ser milê Lêjneya Bilind a Hilbijartinan da ye. Wî got ku bi gitş yê 185 hezar u 162 hêzên emnî di bicihanîna plana taybet bi ewlehîya hilbijartinê da beşdar bin. Miqdad Mîrî derbara binpêkarîyan da jî got ku heta nika 526 haletên gotegotê hatine şopandin k ubi merema bandordanîna ser hilbijartinê hatine hilêxistin.