Amerîka hêzên xwe li Iraqê kêm dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i356430-amerîka_hêzên_xwe_li_iraqê_kêm_dike
Hejmara hêzên amerîkî li Iraqê tê kêmkirin u yê Bexda fermandetîya operasyona leşkerî ya dijî DAIŞê li vî welatî bigire destê xwe.
(last modified 2025-10-01T13:11:31+00:00 )
Çirî 01, 2025 14:00 Asia/Tehran

Hejmara hêzên amerîkî li Iraqê tê kêmkirin u yê Bexda fermandetîya operasyona leşkerî ya dijî DAIŞê li vî welatî bigire destê xwe.

Rayedarekî amerîkî ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê ra ragihand ku li gorî plana hikûmeta vî welatî, Amerîkayê û endamên hevalbendîya qaşo têkoşîna dijî DAIŞê giranîya karê xwe dane ser têkoşîna dijî bermayîyên vê koma terorsît li Sûrîyê û ji bo vê erkê jî yê pirranîya hêzên xwe veguhêzin Herêma Kurdistana Iraqê.

Amerêakyê di sala 2025ê da hema bêje 2500 hêzên xwe li Iraqê û zêde ji 900 hêzên xwe jî li Sûrîyê bi cih kirîye. Bi vî awayî yê hejmara hêzên amerîkî li Iraqê kêmtir ji 2 hezar kesan be u pirranîya wan jî dê li Hewlêrê bi cih bibin. Hêzên amerîkî yên li Bexdayê bimînin jî, yê mijûlê meseleyên têkildarî hevkarîya emnî ya dualî bibin ne têkoşîna dijî DAIŞê.