Hevdîtina Qasim Erecî bi Serokê Îstixbarata Hêzên Çekdar ên Îranê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i356422-hevdîtina_qasim_erecî_bi_serokê_Îstixbarata_hêzên_Çekdar_ên_Îranê_re
Di hevdîtina Qasim Erecî, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê bi Mecîd Mîr Ehmedî, serokê îstixbarata Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û şanda pê re her du aliyan li ser hevkariya dualî û mijarên hevpar ên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.
(last modified 2025-09-30T12:29:07+00:00 )
Îlon 30, 2025 13:32 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Qasim Erecî bi Serokê Îstixbarata Hêzên Çekdar ên Îranê re

Di hevdîtina Qasim Erecî, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê bi Mecîd Mîr Ehmedî, serokê îstixbarata Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û şanda pê re her du aliyan li ser hevkariya dualî û mijarên hevpar ên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.

Di daxuyaniya nivîsgeha Qasim Erecî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê hatiye ku di vê hevdîtinê de, her du aliyan li ser pirsgirêk û gefên ewlehiya herêmî û mijarên hevpar ên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin  û ser pêwîstiya cihnaîna  peymana ewlehiyê ya di navbera her du welatan  tekez kirin bona ku aramî û ewlehî li her du welatan were parastin. Di vê hevdîtinê de, Erecî tekez kir ku Bexdayê ji ber binpêkirina qada hewayî ya Iraqê ji hêla rejîma Siyonîst ve di êrişa xwe ya li ser Îranê de şikateke fermî pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NY kiriye û em êdî nehêlin ku axa Iraqê  ji bo êrişa  ser welatên cîran, ji wan  Îranê were bikar anîn.