Amerîkayê barekî leşkerî veguhest binkeya Herîr a li bakura Irqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i356349-amerîkayê_barekî_leşkerî_veguhest_binkeya_herîr_a_li_bakura_irqê
Çavkanîyekî emnî li Hewlêrê ragihand ku Amerîkayê barekî berfire ji Qeterê veguhest binkeya Herîr a li bakura Iraqê.
(last modified 2025-09-26T10:56:07+00:00 )
Îlon 26, 2025 14:10 Asia/Tehran
  • Amerîkayê barekî leşkerî veguhest binkeya Herîr a li bakura Irqê

Çavkanîyekî emnî li Hewlêrê ragihand ku Amerîkayê barekî berfire ji Qeterê veguhest binkeya Herîr a li bakura Iraqê.

Ew çavkanî ji Ajansa Nûçeyan a Al Malûme ya Iraqê ra radigihîne ku li binkeya hewayî ya Herîr li bakura Iraqê liv u tevgereke bêmînak a hewayî heye û gellek balafirên amerîkî li wir danîn. Gellek balafiran jî esmanê navçeyên nêzîk û derdora vê binkeyê parastin. Li gorî agahîyên çavkanîyê, balafirên barhilgir ên leşkerî yên amerîkî di nav tivdîrên emnî yên giran da ji Qeterê derbasî binkeya Herîrê bûn. 

Liv u tevgera hewayî ya bêmînak li vê binkeyê dibe sedema gellek pirsan têkildarî sedem u armancên wan liv u tevgerên leşkerî.