Hêzên Taybet ên Heşdi Şe`bîyê u dabînkirina ewlehîya Samerrayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i355988-hêzên_taybet_ên_heşdi_Şe_bîyê_u_dabînkirina_ewlehîya_samerrayê
Hevgavê salroja şehîdbûna yanzdehemîn pêşengî dînî yê Şî`eyan, hêzên taybet ên Heşdi Şe`bîyê dabînkirina ewlehîya zîyaretkeran li şarê Samerrayê dan ustîyê xwe.
(last modified 2025-09-01T12:54:06+00:00 )
Îlon 01, 2025 16:19 Asia/Tehran
  • Hêzên Taybet ên Heşdi Şe`bîyê u dabînkirina ewlehîya Samerrayê

Hevgavê salroja şehîdbûna yanzdehemîn pêşengî dînî yê Şî`eyan, hêzên taybet ên Heşdi Şe`bîyê dabînkirina ewlehîya zîyaretkeran li şarê Samerrayê dan ustîyê xwe.

Yûsif Mîyah Fermandarê Çiqa 36 a Hêzên heşdi Şe`bîyê got: Erka hêzên Heşdi Şe`bîyê dabînkirina ewlehîya cadeyan, piştgirîya locestîk û çalakîyên din di merasima salroja şehîdbûna Imam Hesen Eskerî (S) da li Samerrayê ye.

Mîyah herwiha got: Bicihanîna plana emnî û xizmetguzarîyê têkildarî merasima salroja şehîdbûna Imam Hesen Eskerî (S) piştî civîna ku li Fermandetîya Heşdi Şe`bîyê ya Samerrayê bi amadebûna Serokê Komîteya Bilind a Ewlehîyê, Wezîrê Karên Hundur û Serokê Komîteya Bilind a Xizmetguzarîyê hat lidarxistin, dest pê bû.

Wî herwiha got: Hemî dezgehên emnî yên li Samerrayê di asteke bilind da hatin hevahengkirin, lewma me wek Çiqa 36an a Heşdi Şe`bîyê bi hevahengîya tev berpirsên mezargeha vî îmamî tişta pêwîst ji bo dabînkirina ewlehîya zîyaretkeran, kirîye.