Wergirtina bi sedan terorîstên ser bi Colanî ji bo ketina nav Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i355974-wergirtina_bi_sedan_terorîstên_ser_bi_colanî_ji_bo_ketina_nav_iraqê
Endamekî Hevalbendîya Enbar a Iraqê derheq senarîyoya nû ya Amerîkayê ya dijî wî welatî ya bi alîkarîya rejîma terorîst a Colanî de hişyarî da.
(last modified 2025-08-31T13:36:27+00:00 )
Tebax 31, 2025 15:45 Asia/Tehran
  • Wergirtina bi sedan terorîstên ser bi Colanî ji bo ketina nav Iraqê

Endamekî Hevalbendîya Enbar a Iraqê derheq senarîyoya nû ya Amerîkayê ya dijî wî welatî ya bi alîkarîya rejîma terorîst a Colanî de hişyarî da.

Ebduletîf Ehmed Duleymî ragihand: Amerîka bi dû jinavbirina ewlehîya Iraqê ya ji rêya hevkarîya tev rejîma terorîst a a Colanî û çekdarên di bin fermana wî da ye. 

Duleymî got: Vê gavê amerîkîyan bi sedan terorîst li Sûrîyê wergirtine ta ku bikevin navçeyên rojavaya parêzgeha Enbarê û parêzgehên din ên Iraqê.

Wî herwiha got: Hevalbendîya Navdewletî ya bi serkirdetîya Amerîkayê rê li ber bicihanîna senarîyoyên nû li Iraqê yên ji bo jinavbirina ewlehîya wî welatî vedike. Ev senarîyoya hevgavê operasyona xapokîn a Waşîngtonê ya derxistina leşkerên amerîkî j ihin herêmên Iraqê bi cih tê.