Kuştina terorîstên DAIŞê di êrişa esmanî de li bakurê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i355877-kuştina_terorîstên_daiŞê_di_êrişa_esmanî_de_li_bakurê_iraqê
Fermandetîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku komeke endamên DAIŞê di encama êrişa esmanî ya hêzên esmanî yên vî welatî li Wadî Şay, li bakurê vî welatî hatin kuştin.
(last modified 2025-08-23T11:29:33+00:00 )
Tebax 23, 2025 13:36 Asia/Tehran
  • Kuştina terorîstên DAIŞê di êrişa esmanî de li bakurê Iraqê

Fermandetîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku komeke endamên DAIŞê di encama êrişa esmanî ya hêzên esmanî yên vî welatî li Wadî Şay, li bakurê vî welatî hatin kuştin.

Di daxuyaniya Fermandetîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de hatiye ku di berdewamiya hewldanên hêzên çekdar ji bo  jinavbirina paşmayiyên DAIŞê û bi hewildanên îstîxbaratî û teknîkî yê yekîneya êrişa esmanî ya wê fermandetîyê da, çend roj berî niha veşartgeheke komeke terorîst li Wadî Şay, li rojhilatê Selahedînê, hate naskirin.

Hêzên esmanî yên Iraqê bi balafirên F-16 êrişî wê veşartgeha girîng kirin ku di encamê de hemû  terorîst hatin kuştin û çek, alav û amûrên ragihandinê yên di hundirê wê de hatin îmhakirin.

Fermandetîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê di daxuyaniyê de got ku hêzên ewlehiyê şopandina terorîstên mayî yên DAIŞê  ku li  axa paqij a Iraqê ti cihek tinene, didomînin.