Destpêbûna derketina leşkerên amerîkî ji binkeya Eyn El Esed a Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i355860-destpêbûna_derketina_leşkerên_amerîkî_ji_binkeya_eyn_el_esed_a_iraqê
Çavkaniyên agehdar basa derketina leşkerên amerîkî ji binkeya Eyn Esed a li parêzgeha Iraqê kirin.
(last modified 2025-08-22T11:09:36+00:00 )
Tebax 22, 2025 09:37 Asia/Tehran
  • Destpêbûna derketina leşkerên amerîkî ji binkeya Eyn El Esed a Iraqê

Çavkaniyên agehdar basa derketina leşkerên amerîkî ji binkeya Eyn Esed a li parêzgeha Iraqê kirin.

Çavkaniyên agahdar ragihandin ku vekişîna leşkerên amerîkî ji baregeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê duh bi şev destpê kir û veguhestina hin personel û alavan ji hewayê berdewam dike. Tê payîn ku baregeha Eyn Esed heta destpêka Îlona 2025`an bi tevahî ji leşkerên amerîkî were valakirin.

Vekişîna hêzên amerîkî ji vê baregehê li gorî pêkanîna peymana di navbera Bexda û Waşîngtonê de ye ji bo bidawîkirina pêispartiya leşkerî ya hevpeymaniya amerîkî li Iraqê. Biryar e ku kêmtir ji 500 leşkerên amerîkî li Hewlêrê werin bicihkirin û hêzên amerîkî yên mayî jî dê ji bo baregehên din ên li Iraq û Sûriyê werin veguhastin.