Derxistina 542 berbijaran ji hevrikiyên parlemana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i355835-derxistina_542_berbijaran_ji_hevrikiyên_parlemana_iraqê
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku hejmara berbijarên derxistî ji hevrikiyên parlemanê gihîştiye 542 kesan.
(last modified 2025-08-20T11:19:26+00:00 )
Tebax 20, 2025 14:45 Asia/Tehran
  • Derxistina 542 berbijaran ji hevrikiyên parlemana Iraqê

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku hejmara berbijarên derxistî ji hevrikiyên parlemanê gihîştiye 542 kesan.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand li gorî amarên herî nû, hetanî niha 542 berbijar ji hilbijartina dahatî ya parlemana Iraqê hatine derxistin. Îmad Cemîl, serokê koma ragehandinê ya Komîsyona Hilbijartinê, ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re got: Heta vê gavê hejmara berbijarên ku ji hevrikiyan hatine wêdadayîn gihîştiye 542 kesan. Li gorî gotina wî 253 berbijar piştî lêkolînên dadweriyê hatine wêdadayîn.

Îmad Cemîl got: 100 berbijar ji ber şert û mercên qanûnî hatine derxistin.  Hêjatiya 4 berbijaran bi tohmeta sextekariyê hatiye îbtalkirin. 15 berbijar bi biryara Konseya Bilind a  Dadweriyê hatine derxistin û hejmara berbijarên wêdebirî ji pişka xiristiyanan jî 10 kes e û kesên ku bi daxwaza danîna kesên din dewsa wan hatine derxistin jî zêdetirî 160 kesan e.