El Erecî: Bexda micid e pirsgirêkên Herêma Kurdistanê çareser bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i355279-el_erecî_bexda_micid_e_pirsgirêkên_herêma_kurdistanê_çareser_bike
Şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê pêgîrî kir ku Bexda micid e pirsgirêka miaşên karmendan û kadroyên pişka hikûmî ya Herêma Kurdistana Iraqê bişopîne.
(last modified 2025-07-10T12:10:57+00:00 )
Tîrmeh 10, 2025 14:40 Asia/Tehran
  • El Erecî: Bexda micid e pirsgirêkên Herêma Kurdistanê çareser bike

Şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê pêgîrî kir ku Bexda micid e pirsgirêka miaşên karmendan û kadroyên pişka hikûmî ya Herêma Kurdistana Iraqê bişopîne.

Qasim El Erecî, şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê, îro Pêncşemiyê got: Min bi serok û berpirsên Herêma Kurdistanê re li ser karên erênî ku Iraq bona şertûmercên ewlehî û siyasî girtiye ber xwe, gotûbêj kiriye. Em pêgîriyê dikin ku divê ji bo pirsgirêkên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de anegorî Qanûna Bingehîn û qanûnên têkildar, hin rêçare pêk werin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Şefeq News a Iraqê, şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê got: Em bona çareserkirina nakokî û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku miaşê karmendên Herêmê di serê wan de ye, cidî ne û komîteyeke bilind a wezaretxaneyê jî di vî war de pêk hatiye.