Tevgera nişkêveyî ya leşkerên amerîkî ji Bexdayê ber bi Herêma Kurdistana Iraqê ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i355027-tevgera_nişkêveyî_ya_leşkerên_amerîkî_ji_bexdayê_ber_bi_herêma_kurdistana_iraqê_ve
Endamekî hevpeymaniyeke siyasî ya Iraqê derbarê liv û tevgerên ji nişkêveyî ve yên leşkerên amerîkî di nav Iraqê de agahî da..
(last modified 2025-06-07T12:23:15+00:00 )
Hezîran 07, 2025 16:23 Asia/Tehran
  •  Tevgera nişkêveyî ya leşkerên amerîkî ji Bexdayê ber bi Herêma Kurdistana Iraqê ve

Endamekî hevpeymaniyeke siyasî ya Iraqê derbarê liv û tevgerên ji nişkêveyî ve yên leşkerên amerîkî di nav Iraqê de agahî da..

Mihemed Dulêymî, endamê Hevpeymaniya Hevgirtî ya El Enbarê, tekez kir ku nîşanên bihêz derheq destpêbûna liv û tevgerên bi lez û nişkêveyî yên hêzên amerîkî ji Bexdayê ber bi Hewlêrê ve hene.

Dulêymî diyar kir: Hêzên amerîkî peymanên têkildarî kirrîna berhemên niftê li baregeha Eyn El Esedê betal kirine. Ev tedbîr di êvara hilbijartinên parlemana Iraqê de pêk tên û fikarên li ser îhtîmala bê ewlehîtiyê û berfirehbûn nakokiyê li welêt zêde kirine.

Dulêymî her wiha got: Projeya nû ya Amerîkayê ew e ku hêzên xwe bi tevahî veguhezîne Herêma Kurdistana Iraqê û baregehên leşkerî radestî hikûmeta navendî li Bexdayê bike.