May 23, 2025 17:48 Asia/Tehran
  • Hişyariya derbarê kêmbûna beşdariya di hilbijartinên Iraqê de, Zêdetirî 8 mîlyon dengdêr navê xwe qeyd nekirine

Karzanên Iraqê hişyarî dan ku hevgavê nêzîkbûna hilbijartinên parlemana Iraqê , amar nîşan didin ku beşek zêde ji welatiyên Iraqê ji bo beşdarbûna di hilbijartinan de navê xwe qeyd nekirine.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên parlemana Iraqê amar nîşan didin ku ji 29 milyon welatiyên ku mafê wan ê  dengdanê li welêt hene, tenê 21 milyon ji wan pê biyometrîkê  navê xwe qeyd kirine. Karzan hişyariyê didin ku beşdariya dengdêrên Iraqî di hilbijartinên vî welatî de dê pir kêm bibe.

Li gorî ragehandina Navenda Stratejîk a Mafên Mirovan li Iraqê, zêdetirî 8 mîlyon dengdêrên Iraqî hîn agahiyên xwe yên hilbijartinê bi roj nekirine. Ev rewş nîşan dide ku îhtîmala kêmbûna beşdariya di hilbijartinên parlemana raqê de, ku biryar e di 11ê Mijdarê de werin lidarxistin, heye.

Hazim Redîni, cîgirê rêveberê vê navendê,  got: Hejmara giştî ya dengdêrên Iraqî piştî jimartina kesên ku di salên 2005 û 2006an ji dayik bûne gihîştiye 29 milyonî, di halekî de ku tenê 21 milyon ji wan heta niha qeydkirina  navê xwe ya biyometrîk bi dawî kirine. Ev tê vê wateyê ku zêdetirî 8 mîlyon kes hîn navê xwe qeyd nekirine. 

Serepeyv