Iraqê derbara binkeyên nihênî yên terorîstan da li Sûrîyê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i354739-iraqê_derbara_binkeyên_nihênî_yên_terorîstan_da_li_sûrîyê_hişyarî_da
Parlimanterekî Hevalbendîya Feth a Iraqê derbara bitalukebûna zîndanên ku terorîstên DAIŞê li Sûrîyê di wan da tên ragirtin, hişyarî da.
(last modified 2025-05-19T11:42:21+00:00 )
May 19, 2025 14:05 Asia/Tehran
  • Iraqê derbara binkeyên nihênî yên terorîstan da li Sûrîyê hişyarî da

Parlimanterekî Hevalbendîya Feth a Iraqê derbara bitalukebûna zîndanên ku terorîstên DAIŞê li Sûrîyê di wan da tên ragirtin, hişyarî da.

Mihemed Beldawî parlimanterê Hevalbendîya Feth`ê li parlimana Iraqê pêgirî kir zîndanên ku çekdarên DAIŞê li axa Sûrîyê di wan da tên xweyîkirin, weke gefa rastî û berdewam dijî ewlehîya netewî ya Iraqê tên hesêb.

Vî parlimanterê iraqî herwiha got:. Di van zîndanan da bi sedan terorîstên DAIŞê li bakur- rojhilata Sûrîyê nemaze li herêmên di bin kontrola hêzên xwecî û yên Amerîkayê da tên xweyîkirin, ew zîndan veguherîne binkeyên nihênî ji bo vergirtin û komkirina terorîstan.

Beldawî herwiha got: Nebûna ewlehîyê di hundurê wan girtîgehan da û lawazbûna çavdêrîya navdewletî dibin sedema vê talukeyê ku terorîst careka din di axa Iraqê da çalak bibin.