Pêhişyariya Iraqê li bara berfirehbûna qeyrana Sûriyê û veguherîna li pevçûneka navçeyî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i354537-pêhişyariya_iraqê_li_bara_berfirehbûna_qeyrana_sûriyê_û_veguherîna_li_pevçûneka_navçeyî
Wezîrê karên derve yê Iraqê bi diyarkirina dilgiraniya li hember dewama kêşeyan li Sûriyê, li ser dûhatên wê yên muhtemel pêhişyarî da.
(last modified 2025-05-05T11:24:08+00:00 )
May 05, 2025 13:32 Asia/Tehran
  • Pêhişyariya Iraqê li bara berfirehbûna qeyrana Sûriyê û veguherîna li pevçûneka navçeyî

Wezîrê karên derve yê Iraqê bi diyarkirina dilgiraniya li hember dewama kêşeyan li Sûriyê, li ser dûhatên wê yên muhtemel pêhişyarî da.

Fuad Hisên, wezîrê karên derve yê Iraqê li hevdîtina bi hevtûşê xwe yê qeterî, teglîfa fermî ya mîrê Qeterê ji bo beşdariya di Civîna Serokên Welatên Ereb li Bexdayê ji aliyê serokomarê Iraqê ve pêşkêşî wî kir.

Anegorî daxuyaniya wezareta karên derve ya Iraqê, her du aliyan di vê hevdîtinê de herwiha rêyên berfirehkirina hevkariyên dualî di warên curbicur ên siyasî, aborî û sermayedanînê  hilkolandin û di pişkeka din a vê hevdîtinê de, wezîrê karên derve yê Iraqê li bara giranbûna kêşeyên li Sûriyê dilnîgeraniya xwe diyar kir û pêhişyarî da ku dewama vê pêvajoyê dikare bibe sedema pevçûneka berfirehtir di asta navçê de.