Dijberiya parlamenterên Iraqê li himber sefera Colanî ya Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i354471-dijberiya_parlamenterên_iraqê_li_himber_sefera_colanî_ya_bexdayê
Hejmarek ji parlamenteran dijî sefera Ebû Mihemed El-Colanî, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê û beşdarbûna wî di civîna rayedarên Yekitiya Ereban li Bexdayê de derketine.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 30, 2025 14:50 Asia/Tehran
  • Dijberiya parlamenterên Iraqê li himber sefera Colanî ya Bexdayê

Hejmarek ji parlamenteran dijî sefera Ebû Mihemed El-Colanî, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê û beşdarbûna wî di civîna rayedarên Yekitiya Ereban li Bexdayê de derketine.

Parlimanterên dijber di nameya xwe de, dibêjin ku ew ji ber cinayetên komên terorîst ên li Iraqê ku Colanî endamê wan bûye, dijî seredana wî derdikevin. 

Ev name jibo tedbîrên pêwîst dê radestî serokê parlemanê were kirin. Mijara sefera Ebû Mihemed El-Colanî, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê bo Bexdayê di rojên borî de rastî bertek û nerazîbûnên tund ên kom û tevgerên iraqî hatibû. Di vê çarçoveyê de, Ajansa Nûçeyan a El-Melûmeyê ragihandibû ku gelê Iraqê dijî sefera Colanî ya Bexdayê ne.