Sûdanî bi rêbrê şî`eyên Sûrîyê re civîya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i354363-sûdanî_bi_rêbrê_şî_eyên_sûrîyê_re_civîya
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand ku wî bi rêberê şî`eyên Sûrîyê ra hevdîtin pêk anî.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 23, 2025 13:46 Asia/Tehran
  • Sûdanî bi rêbrê şî`eyên Sûrîyê re civîya

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand ku wî bi rêberê şî`eyên Sûrîyê ra hevdîtin pêk anî.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê ragihand ku di hevdîtina Sûdan û Ebdullah Nizam rêberê şî`eyên Sûrîyê da li Bexdayê, alûgurên vî welatî hatin hilkolandin û Sûdanî di vê hevdîtinê da pêgirî kir ku piştgirîyê dide hemî çîn û qatên civaka Sûrîyê, serwerî û yekperçetîya axa vî welatî û hevgirtina Sûrîyê.

Di vê hevdîtinê da herwiha pêgirî ser girîngatîya yekdengîya ji bo piştgirîya ji bihevrejîyan û aştîya navxweyî bi rêya bandora rêvebirên dînî, xurtkirina yekitîya civakê, retkirina tundrêtîyê û geşkirina têgeha welatîbûnê ji bo pêkanîna dadperwerîya civakî û xurtkirina têkilîyên netewî di nav gelê Sûrîyê da ji bo xurtkirina ewleh û istiqrara navçeyê.