Destpêbûna operasyona Heşdi Şebî li Çiyayê Hemrînê, 2 veşartgehên DAIŞ`ê hatin keşfkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i354333-destpêbûna_operasyona_heşdi_Şebî_li_Çiyayê_hemrînê_2_veşartgehên_daiŞ_ê_hatin_keşfkirin
Hêzên Heşdi Şeibî, artêş û polîsê Iraqê îro dest bi operasyoneke berfireh a ewlehiyê li çiyayê Hemrînê li bakurê rojhilatê navçeya El-Ezîm ê parêzgeha Diyalê kirin.
(last modified 2025-04-21T11:56:21+00:00 )
Nîsan 21, 2025 13:44 Asia/Tehran
  • Destpêbûna operasyona Heşdi Şebî li Çiyayê Hemrînê, 2 veşartgehên DAIŞ`ê hatin keşfkirin

Hêzên Heşdi Şeibî, artêş û polîsê Iraqê îro dest bi operasyoneke berfireh a ewlehiyê li çiyayê Hemrînê li bakurê rojhilatê navçeya El-Ezîm ê parêzgeha Diyalê kirin.

Talib El-Mûsewî, Fermandê operasyona Diyalê got: Ev operasyon bi beşdariya berfireh a hêzên êrişkar, hêzên polîs û leşkerên 1 û 23 yên Iraqê dest pê kir.

Wî her wiha got: Hêzên beşdarê vê  operasyonê destpêkê ji kempa Ayişe, devera Încana û piştre ji gundên Buterîmîş û Um El-Hewalî dê bimeşin. Operasyonên Hêzên Heşdi Şeibî û artêşa Iraqê bona dabînkirina ewlehî û aramiya welatiyên Iraqê ne.