jinavbirina pêgehên DAIŞê li Iraqê û kuştina serkirdeyekî wê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i354233-jinavbirina_pêgehên_daiŞê_li_iraqê_û_kuştina_serkirdeyekî_wê
Balafirên şer ên F-16 ên Iraqê di operasyoneke ewlehiyê de meqerên terorîstan li parêzgeha Selahedînê ji nav birin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 14, 2025 12:20 Asia/Tehran
  • jinavbirina pêgehên DAIŞê li Iraqê û kuştina serkirdeyekî wê

Balafirên şer ên F-16 ên Iraqê di operasyoneke ewlehiyê de meqerên terorîstan li parêzgeha Selahedînê ji nav birin.

Çavkanieke ewlehiyê  yê Îraqî ragehand ku, di encama operasiyoneke dijî terorîstan  a hêzên vî welatî de  li navçeya  El-Dur a parêzgeha Selahedînê, cîgirê ewlehiyê yê yek ji serkirdeyên DAIŞê li vê navçeyê hat kuştin.

Duh  jî hêzên ewlehiyê yên Iraqê  ser fermana Mihemed Şiyaa Sûdanî Fermandê Giştî yê Hêzên Çekdar ên vî welatî operasiyoneke hevbeş ji bo şopandina tunelên terorîstan li girava El-Bû-mermusê ser bi parêzgeha Selahedîn pêk anîn.

Piştî bidestxistina agahiyên berfireh, firokeyên F-16 ên hêzên asmanî yên Iraqê, tunêlên hanê tevî terorîstên di nava wan de  têk birin