Hişyarî li ser tevgerên bi guman ên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i354217-hişyarî_li_ser_tevgerên_bi_guman_ên_amerîkayê_li_iraq_û_sûriyê
Endamekî hevpeymaniya hikûmeta qanûnî ya Iraqê hişyarî da ku hêzên amerîkî vê dawiyê li parêzgeha Enbarê hin liv û tevger hebûne.
(last modified 2025-04-13T11:25:01+00:00 )
Nîsan 13, 2025 11:53 Asia/Tehran
  • Hişyarî li ser tevgerên bi guman ên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê

Endamekî hevpeymaniya hikûmeta qanûnî ya Iraqê hişyarî da ku hêzên amerîkî vê dawiyê li parêzgeha Enbarê hin liv û tevger hebûne.

Îbrahîm El Sekînî herwiha got: Alûgorên heyî nîşan didin ku Amerîka dil heye ku mijara kempa Holê ya Sûriyê ku malbatên DAIŞ`ê tê de ne, bikar bîne û bi rêya pêkanîna valahiyên ewlehiyê li hin navçeyên vî welatî û rêdana DAIŞ`ê ku vegere wê, weke darê zorê li dijî Iraqê bikar bîne. El Sekinî diyar kir: Em li Iraqê dibin şahidê çalakiyên hin komên têrorîst û nîgeraniya zêdekirina van çalakiyan heye. Wî herwiha got: Şandina alavên serbazî yên nû û pêşketî bo binkeya Eyn Esedê, di heman demê de kêmkirina hejmara hêzên parastina kempa Holê li Sûriyê, gelek nezelaliyan çêdikin.