Hişyariya Muqteda Sedr derbarê gihêştina Rejîma Siyonîst bo sînorê Iraqê
Adar 19, 2025 16:50 Asia/Tehran
Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê: Berdewamiya hebûna dijminê siyonîst li navçê, dê ne ser xêrê be
Seyîd Muqteda Sedr got: Pir kes li hember şehîdbûna zarok û jinan li Xezzeyê bi mûşekên terorîzma siyonîst-amerîkî û dorpêçkirina Xezzeyê bêdeng man û bi tenê lê temaşe dikin.Ev hemû dbin sedem ku Filistîn carek din were firotin da ku Siyonîzm rehet di nav axa îslamî û erebî de, bi alîkariya ji welatên derdorê berfireh bibe, da ku Îsraîl bigihêje sînorên Iraqê, ku dijmin gelek wê yekê dixweze û wê demê poşmanbûn êdî feydeya xwe tine.