Adar 14, 2025 18:02 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê li Bexdayê ye

Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demkî ya Sûrîyê bi awayekî fermî seredana Bexdayê kir.

Es`ed Şêybanî Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demkî ya Sûrîyê îro di çarçova seredaneke fermî da gihîşt Bexdayê û biryar e ku bi Fuad Hisên Wezîrê Karên Derve yê Iraqê û hejmareke rayedarên payebilind ên vî welatî ra hevdîtinê pêk bîne û bi wan ra derbara meseleyên dualî, hevkarîyên herêmî û mijarên hevpar da gotûbêjê bike.

Berî vîya desteyeke iraqî bi serokatîya Serokê Dezgeha Istixbarata vî welatî bi merema gotûbêja derheq parastina sînoran û hevkjarîya ji bo girtina pêşîya vegera terorîstên DAIŞÊ seredana Şamê kiribû. 

Serepeyv