Adar 13, 2025 16:58 Asia/Tehran
  • Komeke din a welatîyên iraqî ji Kempa Holê hatin vegerandin

Dewleta Iraqê piştî hilkolandina rewşa emnî ya bi sedan niştecihên Kempa Holê, komeke din a welatîyên xwe ji rayedarên vê kempê wergirt.

Dewleta Iraqê piştî hilkolandina rewşa emnî ya bi sedan niştecihên Kempa Holê, komeke din a welatîyên xwe ku 161 malbat û bi giştî 607 kes digirt ber xwe, ji rayedarên vê kempê wergirt. 

Rayedarên emnî yên Iraqê ragihandin ku ev koma nû ya welatîyên iraqî ku ji Kempa Holê hatine vegerandin, yê li kempa Cedeyê li parêzgeha Neynewayê werin bicihkiin ta ku rewşa wan were nirxandin.

Pirranîya kesên hanê ji kesên nêzîkî endamên koma terorîst a DAIŞê yan komên din ên terorîst in. 

Dewleta Iraqê carê rewşa hin welatîyên iraqî yên li Kempa Holê ji hêla emnî va dinirxîne û piştî derbaskirina qonaxên pêwîst, wan vediguhêze Kempa Cedeyê. 

Serepeyv