Zêdebûna liv û tevgerên hêzên iraqî li sînorê Sûrîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i353681-zêdebûna_liv_û_tevgerên_hêzên_iraqî_li_sînorê_sûrîyê
Bi dû alûgurên vê dawîyê li Sûrîyê û serhildana gelanî dijî Colanî li parêzgehên perrava Sûrîyê, hêzên iraqî li sînorê vî welatî û Sûrîyê dest bi tivdîrên emnî yên bêmînak kirin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 07, 2025 15:29 Asia/Tehran
  • Zêdebûna liv û tevgerên hêzên iraqî li sînorê Sûrîyê

Bi dû alûgurên vê dawîyê li Sûrîyê û serhildana gelanî dijî Colanî li parêzgehên perrava Sûrîyê, hêzên iraqî li sînorê vî welatî û Sûrîyê dest bi tivdîrên emnî yên bêmînak kirin.

Çavkanîyên haydar basa tundkirina tivdîrên emnî li sînorê Iraq û Sûrîyê kirin û ragihandin ku Bi dû alûgurên vê dawîyê li parêzgehên perrava Sûrîyê, hêzên iraqî li sînorê vî welatî û Sûrîyê dest bi tivdîrên emnî yên bêmînak kirin. 

Çavkanîyên iraqî ragihandin ku Iraqê bala xwe daye ser alûgurên lez û bezo li bajarên perravî yên Sûrîyê nemaze ji ber pevçûnên vê dawîyê û dest bi zincîre- pêngav û tivdîrên pêşîlêgirane taybetî jî li zîvala sînorî ya di navbera Iraq û Sûrîyê da kirine.

Berpirsên emnî li Iraqê ragihandin ku bi dû alûgurên vê dawîyê li herêmên perravî yên Sûrîyê, idî rewşa vî welatî nayê payîn.