Encama dawîn a serjimêriya li Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i353546-encama_dawîn_a_serjimêriya_li_iraq_û_herêma_kurdistana_iraqê
Li gorî encamên serjimêriya giştî ya niştecihan de, pişka Herêma Kurdistana Iraqê di qanûna bûdceya giştî ya Iraqê de wê bigihîje sedî 15`an.
(last modified 2025-02-25T11:26:29+00:00 )
Sibat 25, 2025 15:04 Asia/Tehran
  • Encama dawîn a serjimêriya li Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê

Li gorî encamên serjimêriya giştî ya niştecihan de, pişka Herêma Kurdistana Iraqê di qanûna bûdceya giştî ya Iraqê de wê bigihîje sedî 15`an.

Anegorî van encaman, nifûsa Iraqê û Herêma kurdistana Iraqê 46 mîlyon û 118 hezar û 793 kes e ku ji vê hejmarê, nifûsa Herêma Kurdistana Iraqê 6 mîlyon û 503 hezar kes hatiye ragihandin.

Fazil Nebî, alîkarê berê yê wezîrê darayî yê Iraqê got ku di reşnivîsa bûdceya 2025`an de, divê Herêma Kurdistana Iraqê anegorî encamên vê serjimariyê daxwaza zêdekirina par û pişka xwe raber bike, ji ber ku ev mijara wê li ser pişka bûdceya Herêmê û xercên din bandora xwe hebe.

Ji hêla din ve, Sîrwan Mihemed, alîkarê wezîrê pilandarêştina Herêma Kurdistana Iraqê, gotiye ku divê em sedî 15`ê bûdceya Iraqê werbigirin û ev yek ji dûhatên  herî girîng ên serjimariyê ye.