Hestî û bermayîyê 17 hêzên Pêşmerge hatin peydakirin
Sibat 14, 2025 18:54 Asia/Tehran
Nêzîkî 2 mehan berî nika li Hewîceyê goreke komî hatibû dîtin, niha encamên lêkolînan nîşan didin ku di vê gorê de termên 17 pêşmergeyan hene.
Yasemen Menzer Rêvebera beşa gorên komî li pizîşkîya dadê ya Iraqê ragihand, ku ev gora komî li navendeke herêma Hewîceyê hatiye dîtin.
Rêvebira beşa gorên komî li pijîşkiya dadê ya Iraqê got ku niha li Hewlêrê ji malbatên wan kesan nimûneya DNAyê tê hildan.
Di vê gora komî ya Hewîceyê de termên nêzîkî 67 kesan hebûn, piştî ceribandinê hat diyarkirin ku 17 kes ji wan ên Pêşmerge ne.
Li gorî lêkolîna ser hestî û bermayîyên hatine peydakirin, pirranîya Pêşmergeyên hanê ji parêzgeha Hewlêrê ne.