Derbasgehên sînorî yên Iraq û Sûriyê hatine girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i352907-derbasgehên_sînorî_yên_iraq_û_sûriyê_hatine_girtin
Wezîrê karê hundur ê Iraqê got: Hemû derbasgehên sînorî yên bi Sûriyê re hîna girtî ne.
(last modified 2025-01-12T11:41:32+00:00 )
Çile 12, 2025 12:31 Asia/Tehran
  • Derbasgehên sînorî yên Iraq û Sûriyê hatine girtin

Wezîrê karê hundur ê Iraqê got: Hemû derbasgehên sînorî yên bi Sûriyê re hîna girtî ne.

Ebdulemîr Şemrî, got: Iraq dê îznê nede ku ji Sûriyê ber bi Iraqê ve yan berova ji wê, kesek derbas bibe. Hin komên terorîst hîna li Sûriyê çalak in.

Wezîrê Karên Hundur ê Iraqê amajeyî avakirina binkeyên girîng ên leşkerî li ser sînorên Iraqê bi Sûriyê re kir û got ku karên ewlehiyê li ser sînorên bi Sûriyê re piştî bûyerên vê dawiyê xurt û zêde bûne. Şemrî amajeyî pilana avakirina dîwêr li ser zîvala sînorî ya di navbera Iraq û Sûriyê de kir û got karên pêwîst ji bo kemilandina vî dîwarî hatine kirin.