Piştgîriya komên iraqî ji hikûmeta Sûriyê
2 komên Berxwedana Îslamî ya Iraqê, êrişên nû yên terorîstan ser bajarê Helebê li bakûrê Sûriyê ji ber tehrîkkirina Rejîma Siyonîst dan zanîn û pêgîrî kirin ku eger terorîst vegerin, Berxwedana Îslamî jî wê ji bo jinavbirina wan vegere.
Ebdulqadir El Kerbelayî, alîkarê leşkerî yê Tevgera Nuceba ya Iraqê got: Vegera komên terorîst û gefa li sivîl û pîrozbahiyan li Sûriyê li ser fermana siyonîstan piştî şikesta projeya Netaniyahu li bereya Libnanê, tê wateya vegera Berxwedana îslamî ji bo binpêkirina van terorîstên bêqîmet û qada şêrr wê bibe şehedê herî baş ê vî karî; Eger vegerin em ê vegerin.
Ebû Ala El Welayî, sersekreterê Tabûrên Seyidulşuhedayê jî got: Handana komên terorîstên li Sûriyê û hewldana ji bo pêkanîna fitneyan li Yemenê bi çavdêrî û piştgîriya rasterast a Rejîma siyonîst cih tên û armanca ji vî karî dirêjkirina şêrr û westandina welatên mêhwera Berxwedanê j hundur ve ye ji ber ku Rejîma Siyonîst nekariye li hember bereyên piştevaniyê bisekine.