Cemal Koçer: Divê Bexda hefteya bê mûçeya vê mehê bişîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i347304-cemal_koçer_divê_bexda_hefteya_bê_mûçeya_vê_mehê_bişîne
Endamê Lîjneya Aborî ya Parlemana Iraqê Cemal Koçer ragihand ku divê heta hefteya pêşiya me Bexda mûçeyên meha Adarê bişîne.
(last modified 2024-03-27T03:27:30+00:00 )
Adar 27, 2024 06:56 Asia/Tehran
  • Cemal Koçer: Divê Bexda hefteya bê mûçeya vê mehê bişîne

Endamê Lîjneya Aborî ya Parlemana Iraqê Cemal Koçer ragihand ku divê heta hefteya pêşiya me Bexda mûçeyên meha Adarê bişîne.

Endamê Lîjneya Aborî ya Parlemana Îraqê Cemal Koçer îro derbarê pirgsirêka mûçeyan got:“Wezîrê Aborî yê Îraqê rijd e mûçeyên fermanberan bi rêya elektronî were şandin.

Heta hefteya pêşiya me divê Bexda pareyê meha Adarê bişîne."Cemal Koçer amaje bi wê yekê kir ku civîna li gel parêzgaran ji bo budceya pêşxistina parêzgehan bûye.Herwiha Cemal Koçer da zanîn ew dê roja Çarşemê mêvandariya Lîjneya Wezareta Plandanana Îraqê bikin û çend pirsan gotûbêj bikin. Ev yek jî di demekê de ye ku heta niha mûçeyên meha Sibatê nehatiye dayîn.Herwiha karmendên fermangeh, dibistan û nexweşxaneyên Silêmaniyê, Helebce, Koye, Îdareya Serbixwe ya Germîyan, Îdareya Serbixwe ya Raperînê boykota kar ragihandiye.