Kanûn 30, 2023 08:39 Asia/Tehran
  • Êrişên berxwedana Îslamî ya Iraqê li dijî meqera îstixbarata Amerîkayê

Berxwedana Îslamî ya Iraqê duh êvarê û vê sibê hin hink meqerên Amerîkayê li navçê dan ber êrişan.

Piştî ku Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku meqera Xerab El-Cîrê  ya leşkerên Amerîkayê di kûrahiya axa Sûriyê daye ber êrişan,daxuyaniyeke din jî ji aliyê berxwedana îslamî ya Iraqê ve hat belavkirin û tê de hat ragihandin ku baregeha Amerîkayê li bajarê El- Şedadî li başûrê Hesekê ya Sûriyê ketiye ber êrişa mûşekan.

Hêzên Amerîkî li meqera  Herîrê ya  Kurdistana Iraqê ketin ber êrişan. Ev bombebaran ji aliyê hêzên berxwedanaIraqê ve, navenda îstixbarata leşkerî ya Amerîkî li meqera  Herîrê da ber êrişan.  

Duh êvarê Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand:

 Di çarçoeya  berdewamiya  me jibo  rawestana li ber  dagirkerên Amerîkayê li Iraq û navçeyê û berteka li hember cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê, têkoşerên Berxwedana Îslamî ya Iraqê meqera Xerab El-Cirê ya artêşa Amerîkayê di kûrahiya axa Sûriyê  da ber mûşakn  û mûşek durust li armanc ketin. 

Berxwedana Îslamî ya Iraqê pêştir ragihandibû ku ji bo piştgiriya  ji gelê Filistînê û ji ber destêwerdana Amerîkayê di kuştin û cinayetên dijî wan de, dê êrişên xweser baregehên Waşîngtonê li navçê tundtir bike.

Serepeyv