Îlon 18, 2023 15:22 Asia/Tehran
  • Desteya Wezîran a Iraqê dayîna 700 milyar dînarî bo Herêma Kurdistanê pesend kir

Endamekî Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê ragihand ku Desteya Wezîrên Iraqê dayîna 700 milyar dînarî bo hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina qeyrana mûçeyê karmendên herêmê pesend kiriye.

Wefa Mihemed Kerîm di gotûbêja bi  ajansa El-Meloumeyê re ragehand: DEsteya wezîrên Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî bi piraniya dengan razî bû ku 700 milyar dînarî bide hikûmeta  Herêma Kurdistanê. 

Ev endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê li parlemana Iraqê, bal kişande ser vê yekê ku dayîna vî pereyî bo Hewlêrê li gor lihevkirina siyasî ya berî pêkanîna hikûmeta niha ya Iraqê de cih tê û got: Ev dirav beşeke ji pişka Herêma Kurdistanê di qanûna bûdceya giştî ya hikûmeta federal a Iraqê ye.

Şivan Mihemed Rostem, Endamê Encumena Nunerên Iraqê li  Fraksiyona Partiyê  ragihand: Şandina vî pereyî ji aliyê Iraqê ve bo Herêma Kurdistanê  dê hemû pirsgirêkan çareser neke.

Her wiha got: Xerckirina vî pereyî dê çareseriya pirsgirêkan hêsan bike, heta ku  ev pere bo mûçeyê were xerckirin, emê gotûbêjên din bi Iraqê re jdestpê bikin.

Hevgavê ragihandina rêketineke nû navbera Bexda û Hewlêrê li ser çareserkirina miaşa  mûçexorên  herêmê, endamekî hevpeymaniya Fetih ya Iraqê got: 

Tenê rêya çareseriya qeyrana miaşa karmendên Herêma Kurdistanê, destwerdana parlemanê û dadgeha federal a Iraqê di vê meselê  de ye.

  Mehmûd El-Heyanî, Endamê hevpeymnaiya  El-Fethê teqez kir ku tenê  rêya çareseriya qeyrana mişaşa karmendên herêmê,  destwerdana parlemanê û Dadgeha Federalî ya Iraqê di vê meselê de ye û daxwaza  rêyekê li gor Destûra Bingehîn  a Iraqê û qanûnên din ên vî welatî  kir ku Herêma Kurdistanê  neçar bike  ku  dahatên niftê û dergehên sînorî radestî hikûmeta navendî ya Iraqê bike.

Mehmûd El-Heyanî di hevpeyvînekê bi El-Melûmeyê ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê li ser parêzgehên herêmê de serdest e, ji ber ku biryara ti desthilatekê  giringtir nîne ji biryarên hikûmeta navendî ya Bexdayê û daxwaza pêngavên  guncaw li gor destûra bingehîn  a Iraqê û qanûnên din ên vî welatî ji bo çareserkirina qeyrana niha ya miaşa karmendên  Herêma Kurdistanê kir.

 

Serepeyv