Xerîb Ehmed: Niha li Iraqê pirsgirêka herî mezin ya avê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i342577-xerîb_ehmed_niha_li_iraqê_pirsgirêka_herî_mezin_ya_avê_ye
Parlementerê Parlementoya Iraqê Xerîb Ehmed ragihand, li Iraqê niha pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka avê ye.
(last modified 2024-11-10T10:57:14+00:00 )
Tîrmeh 18, 2023 13:41 Asia/Tehran
  • Xerîb Ehmed: Niha li Iraqê pirsgirêka herî mezin ya avê ye

Parlementerê Parlementoya Iraqê Xerîb Ehmed ragihand, li Iraqê niha pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka avê ye.

 Xerîb Ehmed diyar kir ku wan li parlementoyê raporek têkildarî mijarê amade kiriye û pêşkeşî Serokwezîr kirine û got; “Di navbera Iraq û Tirkiyeyê de li ser pirsgirêka avê cîvîn hatiye lidarxistin.

Ev zêdetirî çar salane Iraq bi qeyrana avê û hişkesaliyê re rûbirû maye. Sedema vê qeyrana kêmbûna avê û hişkesaliyê li Iraqê rêjeya kêm baran barîn, guhertina avhewayê . Ev qeyrana avê û hişkesaliyê li Iraqê bûye sedema ziyanek mezin ya mirovî, sewal û çandiniyê.

Parlementerê Parlementoya Iraqê Xerîb Ehmed diyar kir ku aboriya Iraqê her tim li ser petrol û çandiniyê bû, çavkaniya pêşxistina beşa  çandinê bê gûman ave û got; “Eger av nebe, em nikarîn girîngiyê bidîn beşa  çandiniyê.