Hezîran 04, 2023 16:48 Asia/Tehran
  • Fuad Hisên: Peywendiyên Iraqê digel Sûriyê xurt in

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di press konferanseke digel Feysel Miqdad hevpêşeyê xwe yê sûrî da got: Helwêsta me ya piştevaniya ji miletê Sûriyê neguhêr e.

Fuad Hisên Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di press-konferansa piştî hevdîtia bi Feysel Miqdad hevpêşyê xwe yêî sûrî da tevî pêşwazîkirina ji vegeriyana Sûriyê bo kursiya xwe li Yekîtiya Ereban, got: Gotûbêjên di çarçova pêncalî da li ser rewşa Sûriyê didomin.

Fuad Hisên bi gotina vêya ku rewşa mirovî li Sûriyê gelekî dijwar e, got: Iraqê hewcetî bi tevgera navçeyî û navneteweyî derbarê rewşa Sûriyê heye. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê got: Em ê di qonaxa bê da ji bo gihndina alîkariyên însandostane bo sûriyê pêngav rakin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê tevî sipasiya ji Iraqê ji ber şandina alîkariyan di erdheja vê dawiyê da got: Di gotûbêjên digel Iraqê da pêşketin pêk hatine û gotûbêjên tev vî welatî avaker bûne. Miqdad got: Em ê ji bo xurtkirina hevkariyê digel Iraqê hewl bidin.

 

Serepeyv