May 21, 2023 15:38 Asia/Tehran
  • 2 endamên Heşdi Şeibiyê ji aliyê terorîstên DAIŞ'ê va hatin şehîdkirin

Rêxistina Heşdi Şeibiyê ya Iraqê qala şehîdbûna du endamên xwe di encama êrîşa terorîstên DAIŞ'ê ser bakurê Bexdayê kir.

Di encama êrîşa hejmareke terorîstên DAIŞ'ê ser malekê li navçeya Tarimiyeyê ya bakurê Bexdaya paytexta Iraqê da du endamên Rêxistina Heşdi Şeibiyê ya Iraqê şehîd  û diduyên din jî birîndar bûn.

Rêxistina Heşdi Şeibiyê ya Iraqê her wiha di nûçeyeke din da qala keşfkirin û pûçkirina 40 erebeyên teqandinê û mînên dije-zirxî li rojhilatê parêzgeha Enbarê ji aliyê hêzên vê saziyê va kir.

Iraqê sala 2017an û piştî sê sal û nîvan, serkeftina li hemberî koma terorîstî ya DAIŞ'ê ku sê yekê axa vî welatî dagir kiribû, ragihand; tevî vêya paşmayî û şaneyên perrate yên DAIŞ'ê hema wisa li hin deverên vî welatî hene û kiryarên terorîstî pêk tînin.

 

Serepeyv